Şam – SANA
Li Şamê, Şaxê Nehiştina Madeyên Hişbir bi rêya çalakîyeke ewlehîyê ya serkeftî, karî toreke qaçaxçîtî û belavkirina madeyên hişbir têk bibe, û çar endamên wê yên bi navên “E. Q”, “E. E”, “H. S” û “E. Ş”, bigire.
Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir, îro Duşemê, dîyar kir ku di çalakîyê de 36 kîlogram ji madeya heşîşê ya hişbir, û 600 gram ji madeya krîstalê ya hişbir, li kêleka terazûyekê û hin madeyên din ku di kiryarên belavkirinê de têne bikaranîn, hatin desteserkirin.
Her wiha amaje pê kir ku made li gorî rêzikan hatine destserkirin, û kesên girtî ji bo dadwerîya pêwendîdar hatine şandin da ku rêkarên yasayî yên pêwîst derheqê wan de bêne girtin.







