Şam-SANA
Duh Yekşemê, ji encama rûdana bûyerên trafîkê li deverên cuda yên Sûrîyê, 17 kes birîndar bûn. Tîmên Parastina Sivîl a Sûriyê yên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ji hêla xwe ve bersiva wan da.
Parastina Sivîl, îro Duşemê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku tîmên wê bersiva 18 bûyerên trafîkê daye; di encamê de 17 kes birîndar bûn. Tîmên wê alîkarîyên pêşîn ji birîndaran re pêşkêş kirin û paşê ji bo wergirtina dermankirina pêwîst ew bo nexweşxaneyan veguhestin, her wiha şûnmayên bûyeran hatin paqijkirin û cihên wan hatin ewlekirin.
Parastina Sivîl careke din daxwaz ji şofêran kir ku pêwîst e leza xwe kêm bikin, û ji rewşa teknîkî ya otomobîlê, karê frenan û paqijkerên caman piştrast bibin, her wiha ji reftarên şaş ên ku mirov mijûl dikin, mîna bikaranîna telefona destan dûr bikievin.