Şam – SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih, bi helkefta 12emîn salvegera îmzekirina peymana damezrandina Parastina Sivîl a Sûrîyê (Kumspî), dilsozî û rêzgirtina xwe ji bo fedakarî û qurbanîyên xebatkarên wê nîşan da.
Her wiha piştrast kir ku ew dê şopandina wê peyama mirovî ya rizgarkirina canê mirovan û parastina rûmeta wan berdewam bikin.
Îro Yekşemê, Wezîr El-Salih di peyamekê de li ser hesabê xwe yê “X”ê got: “Di 12emîn salvegera îmzekirina peymana damezrandina Parastina Sivîl a Sûrîyê (Kumspî) de, ez bi hesteke kûr a rêzdarîyê li ber bîranîna wan heval û hogirên me radiwestim ên ku di rêya mirovatîyê de canê xwe gorî kirin.”
El-Salih axaftina xwe wiha qedand: “Ez wan îro wekî pareke sereke ya rêbaza me û nola nobedarên wan nirxan bi bîr tînim ku Parastina Sivîl a Sûrîyê li ser wan ava bûye; ew jî nirxên fedakarî û pabendbûna bi xelaskirina mirovan û parastina keramet û rûmeta wan e. Em ê her tim ji wê rêya ku wan bi xwîn û cangorîyên xwe nexşand dilsoz bimînin, û dev ji wê peyamê bernadin ku wan gîyanê xwe ji bo wê gorî kir.”