Şam-SANA
Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir hewldana qaçaxçîtîya barekî mezin ê hebên hişbir ku yek ji welatên cîran dikir armanc pûç kir. Ev yek jî di çarçoveya hewldanên wê yên berdewam de ji bo şopandina torên qaçaxçîtîya madeyên hişbir tê.
Rêveberîyê îro Pêncşemê dîyar kir ku şopandina îstîxbaratî û çavdêrîya meydanî bûne sedema eşkerekirina rêbazeke fêlbaz ku toreke qaçaxçîtîyê ji bo veşartina madeyên hişbir bi kar anîbû; piştî kontrolkirin û pişkinînê, 197 hezar hebên madeya hişbir a “Keptagon”ê hatin dîtin ku di nav qulikên darên paqijkerên malê (mesaheyan) de hatibûn veşartin.
Her wiha destnîşan kir ku lêpirsîn ji bo dîyarkirina nasnameya hemû kesên têkildarî vê dozê û şopandina endamên torê berdewam dikin, wek amadekarîyekê ji bo girtina wan û radestkirina wan bo dadgeha pispor.




