Şam-SANA
Wezareta Çandinîyê biryarek derxist ku tê de karkirina bi hukmên biryara hejmar (1364) tê dirêjkirin; ev biryar vegerandina karkerên ku ji ber beşdarîya xwe ya di şoreşê de ji kar hatine dûrxistin bo cihên karê wan ên li Rêveberîya Navendî û alîyên bi ser wezaretê ve û yên bi wê ve girêdayî li xwe digire, çi ji karkerên daîmî bin yan jî yên bi peymanên salane bin.
Li gorî biryara ku wezaretê îro Sêşemê bi rêya kanala xwe ya li ser Telegramê belav kiriye, karkirina bi hukmên biryara vegerandina karkeran heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2026an berdewam dike; ev yek jî di çarçoveya wan hewldanan de ye ji bo ku mafê karkerên ku ji ber şoreşê li wezaretê û alîyên bi ser wê ve û yên bi wê ve girêdayî ji kar hatine dûrxistin, bê vegerand.
