Şam-SANA
Wezareta Hundir, îro Sêçemê ragihand ku li nêzîkî Wezareta Geştyarîyê li Şamê du teqîn rû dan, di encamê de 18 kes -ku 4 ji wan polîs in- birîndar bûn.
Her weha Wezareta Hundir bo SANAyê got: Hêzên Ewlehîya Hundirîn di dema operasyonên xwe yên meydanî de her du bombeyên vedayî destnîşan kiribûn, yekîneyên pispor jî dest bi girtina rêkarên pêwîst ji bo pûçkirina wan kirin, lê di dema amadekarîya prosea pûçkirinê de, teqîyan.
Lê zêde jî kir û got: Hêzên Ewlehîya Hundirîn ji bo parastina silametîya welatîyan kembereke ewlehîyê li derdora cihê bûyerê deynan, di heman demê de yekîneyên pispor li herêmê dest bi operasyonên paqijkirin û ewlekirinê kirin.
Her wisa dîyar kir ku lênêrîna destpêkê nîşan da ku her du bombe bi awayekî seretayî hatine çêkirin; ya yekem li hundirê otomobîleke rawestandî li tenişta rê hatibû danîn, di heman demê de ya duyem li hundirê konteynera çopê hatibû danîn. Lêpirsîn jî ji bo eşkerekirina hûrgilîyên êrîşê û dîyarkirina nasnameya kesên ku destê wan tê de heye, berdewam dikin.
Wezaretê ji alîyê xwe ve piştrast kir ku cihê teqînê li derveyî qada ewlehîyê ya taybet bi cihê rûniştina Serokê Fransî ye, û tu gefeke rasterast li ser cihê rûniştinê yan bernameya serdana fermî ya ku li gorî plana dîyarkirî berdewam dike, çênekiriye.