Hesekê – SANA
Nûnerê serokkomarîyê yê ji bo şopandina bicîhanîna xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn a ligel HSDê, Emîd Zîyad El-Ayiș, pabendbûna dewleta Sûrî bi girtina dosyaya “HSD”ê û girtîyên girêdayî wê ragihand. Ev yek di çarçoveya hewldanên berdewam ên ji bo xurtkirina ewlehî û aramîyê, û birêvebirina proseya tevlîkirina neteweyî ya berfireh de tê, ku yekîtîya welat xurt dike û aramîyê garantî dike.
El-Ayiș di daxuyanîyekê de îro Şemîyê zelal kir ku dewlet dê di çend rojên bê de dest bi berdana koma duyem a girtîyên ku berê ji ber rûbirûbûna dewletê di dema operasyonên sepandina qanûnê de hatibûn girtin, bike. Wî tekez kir ku ev gav di nav rêbaza lihevhatina neteweyî û pêkanîna edaletê de ye, da ku derfet li ber hemû Sûrîyan vebe ku beşdarî avakirina paşerojeke aram û ewle bibin, dûrî her parçekirin û alozîyekê.
Nûnerê serokkomarîyê amaje kir ku dewlet bi biryar e ku zindanên di bin kontrola HSDê de bûn wergire û rêveberîya wan bide Wezareta Navxwe, bi şertê ku di bin çavdêrîya Wezareta Dadê de bikevin bin proseyeke dadwerîyê ya zelal ji bo misogerkirina sepandina edaletê bi rengekî berfireh.
Di heman çarçoveyê de, El-Ayiș tekez kir ku xebata ligel fermandarîya HSDê berdewam e ji bo berdana hemû girtîyên sîyasî û girtîyên ramanê, û her kesê ku li ser bingeha şoreşa Sûrî hatibû girtin. Wî destnîşan kir ku ev nêzîkatî biryardarîya dewletê ya ji bo girtina rûpela borî û avakirina Sûrîyeke nû ya li ser bingeha edalet, lihevhatin û pêkvejîyana hemû pêkhateyên civakê nîşan dide.
Bajarê Hesekê di dehê vê Adarê de, şahîdîya proseyeke berdana hevbeş a 200 binçavkirî û girtîyên di navbera hikûmeta Sûrî û HSDê de kir, di bin çavdêrîya tîma serokkomarîyê ya ji bo bicîhanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn hatiye erkdarkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikûmeta Sûrî di 29ê Kanûna Paşîn a borî de gihîştina peymaneke berfireh ligel HSDê ragihandibû, ku rawestandina şer, destpêkirina proseya tevlîkirina gav bi gav ya hêzên leşkerî û îdarî, ketina hêzên ewlehîyê bo navendên bajarên Hesekê û Qamişlo, û radestkirina hemû sazîyên sivîl û hikûmî û dergehên sînorî li xwe digire.