Şam-SANA
Di 24 demjimêrên borî de, li herêmên cuda cuda yên Sûrîyê, di encama bûyerên trafîkê û şewatan de, kesekî jîyana xwe ji dest daye û 22 kesên din jî birîndar bûne. Tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê ya ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve bi wan ve çûn.
Parastina Sivîl, îro Pênşemê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê, ragihand ku tîmên wê bi 17 bûyerên trafîkê ve çûne; di encama wan bûyeran de kesekî jîyana xwe ji dest daye û 21 kesên din birîndar bûne. Alîkarîyên destpêkî ji birîndaran re hatin pêşkêşkirin û piştre ji bo dermankirina pêwîst bo nexweşxaneyan hatin veguhestin, her wiha şûnmayên bûyeran hatin rakirin û cihên wan hatin ewlekirin.

Parastina Sivîl banga xwe ji bo ajokaran nû kir ku divê leza xwe kêm bikin, ji rewşa teknîkî ya otomobîlê û karê fren û paqijkerên caman piştrast bibin, û ji reftarên şaş ên ku baldarîya ajokar kêm dikin, mîna bikaranîna telefona destan, dûr bikevin.
Her wiha tîmên Parastina Sivîl bi 35 şewatan ve çûn ku li nava malan, dikan, gîya, dar, zibil û kabloyên elektrîkê derketibûn. Şewat hatin vemirandin, cihên wan jî hatin cemidandin û ewlekirin.
Di encama şewatan de kesek birîndar bû, alîkarîya pizîşkî ya destpêkî jê re hat pêşkêşkirin, lê belê zirarên din tenê madî bûn.



