Şam-SANA
Kompanya firokevanîyê ya “Fly Sham”ê geştên xwe yên asmanî ji Balafirgeha Navdewletî ya Helebê ber bi “Şarîqe – Mersîn – Stenbol (Balafirgeha Sebîhe)” dîsa dest pê kir. Ev biryar ji bo dabînkirina pêdivîyên geştyaran di bin sîbera qonaxa niha û şert û mercên ku herêm tê re derbas dibe hat girtin.
Şirketê tekez kir ku ew ji bo hêsankirina tevgera geştyarên xwe, kêmkirina zehmetîyên wan û dîtina çareserîyên ewle ji wan re amade ye. Her wiha şirketê derfeta veguhestina bêpere ji Şamê ber bi Helebê ve û berevajî (Heleb ber bi Şamê ve) peyda kirîye, da ku geştên wan di ser Balafirgeha Navdewletî ya Helebê re hêsantir bibin.
Kompanya firokevanîyê ya “Fly Sham”ê her wiha zelal kir ku ev geştên ku vêga ji balafirgeha Helebê ber bi balafirgeha Şarîqeyê ve hatine vekirin, ne berdewamîya geştên berê yên birêkûpêk in, lê belê geştên awarte û sînorkirî ne ku ji ber rewşên awarte û guhertina rêyên asmanî hatine sepandin.