Şam – SANA
Wezîrê Dadê Mezher El-Weys, serokatîya civîneke amadekarîyê ya berfireh kir ji bo destpêkirina komxebata “Berpirsyarîya Bijîşkî di Qanûna Sûrîyê de.. Ketwar û asoyên geşepêdana qanûnî û sazûmanî”, ku biryar e di 7ê Tîrmeha bê de were lidarxistin.
Wezareta Dadê, duh Sêşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku komxebat dê bibe şahidê amadebûna komeke bijarte ya dadwer, pisporên qanûnî û akademîsyenên Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî, û bijîşkên Rêveberîya Bijîşkîya Dadwerî, ligel nûnerên Wezareta Tenduristîyê.




