Şam – SANA
Di 24 demjimêrên borî de li herêmên cuda cuda yên Sûrîyê, di encama hejmarek bûyerên trafîkê û şewatan de, ku tîmên Parastina Sivîl ên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan bersiva wan da, kesekî jîyana xwe jidest da û 26 kesên din jî birîndar bûn.
Parastina Sivîl, îro Çarşemê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku tîmên wê bersiva 19 bûyerên trafîkê daye; di encamê de kesek miriye û 25 kesên din birîndar bûne. Alîkarîyên seretayî ji birîndaran re hatin pêşkêşkirin, paşê ji bo wergirtina dermankirina pêwîst ew veguhastin nexweşxaneyan, her wiha şûnmayên bûyeran hatin paqijkirin û cihên wan hatin ewlekirin.
Parastina Sivîl careke din tekez kir ku pêwîst e ajokar leza xwe kêm bikin, ji rewşa teknîkî ya otomobîlê, karê fren û paqijkerên caman pişrast bibin, û ji reftarên şaş ên ku baldarîyê di dema ajotinê de kêm dikin, mîna bikaranîna telefona destan, dûr bikevin.



