Şam-SANA
Wezîra Karûbarên Civakî û Kar Hind Qebewat, ligel cîgira rêvebirê herêmî yê Ofîsa Herêmî ya Rêxistina Kar ya Navneteweyî ji bo welatên Erebî Claire Courteille, awayên xurtkirina hebûna rêxistinê li Sûrîyê û asoyên berfirehkirina hevkarîya hevbeş di warên civakî û bazara kar de gotûbêj kirin.
Di hevdîtina hevbeş de ku li avahîya wezaretê hat lidarxistin, behsa destpêkirina projeyên hevbeş ji meha bê û pê de hat kirin, ew jî weke piştgirî ji bo cîbicîkirina mersûma hejmar 59 ya sala 2026an, ku derbarê girtina kampan, dabînkirina navçeyên vegerê û amadekirina binesazîyê li herêmên wêranbûyî ye.
Her du alîyan rêbazên zêdekirina hewldanan ji bo rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya welatên ku piştgirîya șixulandina zarokan dikin gotûbêj kirin, ligel çalakkirina dîyaloga civakî di navbera karker û xwedîyên karan de, bi awayekî ku ev yek piştgirîyê bide pêşxistina jîngeha kar û hevkarîya di navbera alîyên têkildar de xurt bike.