Şam-SANA
Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Sûrîyê îro Çarşemê ragihand ku pêvajoya tevlîkirina desteyên ku di warê civakî û mirovî de li parêzgeha Hesekê kar dikin, di nav sazîyên dewletê de û di bin sîwana wezaretê de bi dawî bû.
Ev ragihandin di hevdîtinekê de li navenda perwerde û geşepêdana pîşeyî û zanistî ya astengdar û qurbanîyên şer “Qudurat” li Şamê pêk hat.
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Hind Qebewat di axaftinekê de dîyar kir ku ragihandina îro ne girtina derîyê danûstandinên di navbera du alîyan de ye, lê belê dermankirina birînekê di gewdeyê civaka Sûrîyê de ye ku bi cihêrengîya xwe ya çandî tê nasîn.

Hind Qebewat pesnê wê rêbazê da ku ev tevlîkirin encam daye, û dîyar kir ku di vê pêvajoyê de hatiye tekezkirin ku tu kes neyê paşguhkirin. Wê bal kişand ser girîngîya avakirina bawerîyê di navbera hemû alîyan de û hewldana cidî ji bo gihîştina bi armancên xwestî.
Ji hêla xwe ve, Serokê Komîteya Pêvajoya Tevlîkirinê Ebdilrezaq El-Mihemed piştrast kir ku tevlîkirina sazîyên herêma rojhilat di nav sazîyên dewletê de û di bin sîwana Wezareta Kar û Karûbarên Civakî de, vegereke rastîn ber bi yekrêzîya niştimanî ve ye.

El-Mihemed got ku ev pêngav dê mafên hemû xebatkar û sûdmendan biparêze û li gorî qanûn û pergalên dewleta Sûrîyê xizmetên herî baş pêşkêşî welatîyên Hesekê bike, da ku Sûrîyeke yekgirtî ji bo hemû welatîyên wê ava bibe.



