Parêzgeh – SANA
Di 24 demjimêrên borî de li parêzgehên cuda cuda yên Sûrîyê, di encama bûyerên trafîk û şewatê de, ku tîmên Parastina Sivîl yên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve bersiva wan da, 5 kesan jîyana xwe ji dest da û 27 kesên din birîndar bûn.
Parastina Sivîl, îro Sêşemê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê, ragihand ku 21 bûyerên trafîkê çêbûne; di encama wan de 5 kesan jîyana xwe ji dest daye û 24 kesên din birîndar bûne. Tîman çareserîyên seretayî ji birîndaran re pêşkêş kirin paşê ew ji bo wergirtina dermankirinê veguhastin nexweşxaneyan, her wiha tîmên Parastina Sivîl şûnmayên bûyeran paqij kirin û ewlehî li cihên wan peyda kirin.
Li alîyekî din, tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê, bersiva 47 şewatan li seranserî Sûrîyê da; şewat li nava malan, dikanên bazirganîyê, gîya, dar, sergo û kabloyên elektrîkê derketibûn. Tîmên Parastina Sivîl kar ji bo vemirandina şewatan û sarkirina cihên wan kirin, ku di encamê de 3 kesên sivîl birîndar bûn û çareserîyên seretayî ji wan re hatin pêşkêşkirin. Di heman demê de zîyanên din tenê madî bûn.








