Heseke – SANA
Bazirganîya Navxweyî û Parastina Mezêxeran li parêzgeha Hesekê, duh Pêncşemê, pênc girtenameyên temwînî derheqê hejmarek firinan de li her du bajarên Amûdê û Dirbêsîyê tomar kirin; ew jî ji ber binpêkirina giranîya destnîşankirî ya kîsikê nan, û encamdana çend binpêkirinên girêdayî paqijî û şert û mercên tenduristîyê.
Alîkarê Rêveberê Rêveberîyê, Husamedîn El-Ciwêd, ji SANAyê re dîyar kir ku girtename di dema gereke meydanî û kontroleke rasterast de ji bo firinên binpêker hatin duristkirin; ew jî ji ber kêm-giranîya kîsikên nan yên ku ji bo welatîyan tên firotin, her wiha ji ber çend binpêkirinên girêdayî paqijîyê û pabendnebûna bi şert û mercên tenduristî yên ku divê di firinan de werin peyrewkirin.
El-Ciwêd bal kişande ser berdewambûna gerên çavdêrîya temwînî li ser firinan li deverên cuda cuda yên parêzgehê, da ku pabendbûna wan bi rêkarên rêkxer yên hilberînê, were piştrastkirin. Her wiha da xuyanîkirin ku gerê hejmarek firin, li Amûdê û Dirbêsîyê kiribû armanc, da ku ji pabendbûna wan bi rênima û rênîşandanên temwînî û rêveberî piştrast bibe, û ji bo ku kalîteya nan û lihevkirina wê ligel pîvanên standard yên pejirandî, giranîya destnîşankirî ya kîsikê nan jî di nav de ku digihîje 1000 gramî, misoger bike.