Şam – SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan yê Sûrîyê, Raid El-Salih, destpêkirina gihîştina peyamên hişyarîya zû ji welatîyan re bi rêya xizmeta SMSê ragihand. Ev yek bi hevahengîya bi Wezareta Peywendîyan û Teknolojîyê re pêk tê, di çarçoveya sîstemeke niştimanî de ku xwe dispêre analîzên zanistî yên daneyan û nirxandina asta metirsîyê li her deverekê.
Wezîr El-Salih di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê îro çarşemê, dîyar kir ku naveroka peyamê dê ji parêzgehekê heta yeka din û ji herêmekê heta yeka din di nava heman parêzgehê de biguhere. Ev guhertin li gorî celebê metirsîyên pêşbînîkirî û tundîya wan e, çi têkildarî rewşa keşûhewayê be yan jî metirsîyên din be.
El-Salih tekez kir ku armanca vê xizmetê gihandina hişyarîyeke hûrbîn û arastekirî ye, da ku fersendê bide xelkê ku tedbîrên xweparastinê yên zû bigirin ji bo parastina can û mal û milkên xwe. Her wiha got ku ewlehîya welatîyan di ser her tiştî re ye û rawestana ligel wan bi agahîya rast û di dema guncaw de dest pê dike.
Hêjayî gotinê ye ku îro serê sibê peyam gihîştin welatîyan, tê de agahîyên li ser rewşa hewayê ya her parêzgeh û herêmekê bi awayekî taybet hebûn, tevî şîret û hişyarîyan ji bo misogerkirina ewlehîya giştî.