Şam – SANA
Wezîrê Peywendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan Ebdilselam Heykel, bi Serokê Herêmî yê şirketa Meta li Rojhilata Navîn û Afrîqayê Faris Eqad re, pêngavên pêwîst ji bo vegera xizmetguzarîyên bazirganî yên platformên Facebook, Instagram û WhatsAppê bo Sûrîyê, ku amûrên reklamê û xizmetên kar li xwe digire, ligel çend mijarên hevkarîya navbera her du alîyan, gotûbêj kir.
Li gorî daxuyanîyeke wezaretê li ser kanala wê ya Telegramê; Wezîr Heykel amaje bi bernameya Sûrîyê ji bo pêşxistina binesazîya dîjîtal, berfirehkirina torên fîber optîk, baştirkirina xizmetên înternetê û amadekirina jîngeha guncaw ji bo geşepêdana bazirganîya elektronîk û projeyên pêşeng kir.
Her wiha dupat kir ku hikûmeta Sûrîyê bi biryar e amûrên dîjîtal ên ku alîkarîya welatîyên Sûrî dikin da ku karên xwe pêş bixin û bi pêşketinên cîhanê re bimeşin, peyda bike.
Ji hêla xwe ve, Eqad bal kişand ser wan asoyên ku dîtina wezaretê ji bo pêşxistina aborîya dîjîtal li Sûrîyê vedike, û behsa rola platformên Metayê di piştgirîkirina vê arasteyê de kir; nemaze geşepêdana projeyên biçûk û navîn, gihandina berhem û xizmetên Sûrî bo bazarên navxweyî û cîhanî (di nav de gihîştina bi dîyasporaya Sûrîyê) û afirandina derfetên nû yên kar û geşepêdanê.