Hims-SANA
Kadirên teknîkî yên neteweyî yên Kompanya Sûrîyê ya Veguhestina Neftê, karên nûjenkirin û berfirehkirina qada rojava ya ji bo pêşwazîkirina tankeran ya Rêveberîya Herêma Navîn li Himsê ku li ser rûbera nêzîkî 40 hezar metreyên çargoşe ye, bi dawî anîn.
Proje bû faktera ku kapasîteya valakirina qadê ya rojane ji 100î bibe 1000 tankerên nefta Sûrî û Iraqî. Ev yek beşdarîyê di lezkirina peydakirina nefta xam ji bo parzûngehan bi armanca parzûnkirinê dike, her weha dabînkirina berdewamîya veguhastinê bo bendava Tertûsê da proseya hinardekirinê baştir bibe.
Ji alîyekî din ve, proje tevgera derbasbûn û derketinê bi rêya otobanên derdorê rêkûpêk dike, da ku qelebalixa trafîkê li dergehê rojava yê Himsê nemîne.
Karên nûjenkirinê, amadekirina qadê bi sîstemeke tekûz, ku ji xalên valakirinê, çavkanîyên dagirtinê, toreke vemirandinê, amûrên ronîkirinê û motorên ku xwe li hember teqînê radigirin, pêk tê, dihewîne. Xebatkarên li cihê kar tekez kirin ku bandora vê baştirkirinê bi awayekî rasterast li ser kêmkirina dema rawestanê, hêsanîya tevgerê û lezbûna valakirinê heye.
Ev proje di çarçoveya plana kompanyê de tê, ji bo pêşvebirina binesazîya sektora veguhastina nefta xam, bilindkirina karîgerîya proseyên pêşwazîkirin û valakirinê û misogerkirina hêsanîya anîna neftê.











