Şam – SANA
Rêveberê Têkilîyan di Kompanya Sûrî ya Petrolê de ragihand ku li gorî par hilberîna xaza malan ji 130 hezar qenîneyan, îro gihîştiye 200 hezarî. Di rêza yekem de Şam bi 75 hezar qenîneyan tê, paşê Heleb û Idlib bi 55 hezar qenîneyan tên.
Kompany xurtkirina depoyên xwe berdewam dike bi rêya valakirina barên mezin ên xaza şilemenî bi awayekî heftane, hevdem ligel hilberîna navxweyî. Her wiha kompanyê planek ji bo avakirina depoyên nû bi kapasîteya 30 hezar tonî eşkere kir, da ku aramîya dabînkirinê mîsoger bike û di pêşerojê de rê li ber krîzan bigire.
Kompanyê bi hemû awayî nûçeyên derbarê sînordarkirina dabeşkirinê bi qenîneyekê di mehê de, an vegerandina pergala “Karta Jîr”, an jî morkirina li ser defterên malbatê red kir. Kompanyê tekez kir ku mekanîzmeya niha bi tenê ya pejirandî ye, û hişyarî da ku welatî li pey nûçeyên jêderên nefermî nekevin ên ku armanca wan afirandina tevlîhevîyê ye.