Dera – SANA
Dezgeha Îstixbarata Giştî bi hevkarîya Hêzên Ewlehîya Hundirîn, di operasyoneke ewlehîyê ya pêşwext de li Hewza Yermûkê ya ser bi parêzgeha Derayê, planeke têkder a milîsên Hizbullahê pûç kir û şaneyeke girêdayî wê desteser kir.
Îro Sêşemê, Hêzên Ewlehîya Hundirîn li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku şane ji sê kesan pêk dihat; ew jî ev in: (F.K.), (Z.M.) û (L.E.).
Hat dîyarkirin jî ku ev operasyon piştî şopandineke hûr a hewldanên şaneyê pêk hatiye, ku wan dixwest sekoyên avêtina mûşekan amade bikin da ku êrîşan pêk bînin û ewlehî û aramîya herêmê têk bidin.
Hêzên ewlehîyê dupat kir ku wan sekoyên mûşekan bi temamî ji hev xistine û bêbandor kirine; her wiha lêpirsîna ligel girtîyan berdewam dike da ku radestî dadgeha peywendîdar werin kirin û cezayê xwe yê dadmendane wergirin.


