Şam-SANA
Rêveberê Desteya Giştî ya Birêvebirin û Parastina Milkên Dewletê Ednan El-Qasim, piştrast kir ku kampanya niştimanî ya ku ji alîyê Komîteya Nehiştina Qezenca Nerewa ve, bi hevkarîya Wezareta Darayî û Desteyê ji bo çavdêrîkirina veberhênan û peymanên milkên dewletê li hemû parêzgehan hatiye destpêkirin, ne tenê rêkareke rûtînî ye, belkû peyameke zelal e ku serdema zîyanpêgehandin û gendelîyê bêveger bi dawî bûye.
Her wiha dewleta nû bi hemû hêz, biryardarî û bêwestan biryardar e ku hemî mafên gelê Sûrîyê vegerîne.
El-Qasim di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Yekşemê got: “Bi destpêkirina kampanyayê re, me bi hevkarîya Komîteya Nehiştina Qezenca Nerewa re bi dehan nav ji malbata Esed, malbata Şalîş, malbata Mexlûf û malbata Ced’an, û hin tawanbarên mîna Xîyas Delle eşkere kirin, ku ji milkên taybet ên dewletê sûdê werdigirin.”
Rêveberê Desteya Giştî ya Birêvebirin û Parastina Milkên Dewletê Ednan El-Qasim li dawîyê jî da zanîn ku kampanya xwe dispêre tewerên sereke ku hîmên bingehîn ên karê wê pêk tînin; ya yekem sererastkirina mekanîzmayên berê yên veberhênana milkên dewletê ye bi rêya çavdêrî û rastkirina mekanîzmayên ku di serdemên borî de di veberhênana milkên dewletê de hatibûn peyrewkirin, û piştrastkirina ji wan operasyonên ku gendelîya bipergal yan rêveberîyên nesaxlem ketibûn navê û bûbûn sedema windakirina malê giştî.