Şam-SANA
Rêveberîya Hişyarîya Zû di Wezareta Rewşên Awarte ya Sûrîyê de, hişyarî da ku wê careke dî baraneke zêde li Sûrîyê bibare, wê ji berbanga Şemîyê dest pê bike heta Duşemê êvarî berdewam bike. Ev rewşa barana zêde dê hevdem be li gel, birûsk û bayê xurt ê ku wê bibe sedema çêbûna tozê.
Li herêmên peravê û Hesekê wê baraneke zede bibare, û li parêzgehên din wekî Idlib, Heleb, Şam û Dêrezorê dê rêjeya barîna baranê cuda be.
Rêveberîyê bang li welatîyan kir ku baldar bin û van rênimayan bişopînin:
- Dûrketina ji derdora çeman û deverên nizm, û di deverên ku gol lê hene re derbas nebin.
- Bikarneanîna telefonan û dûrketina ji daran di dema vedana birûskan de.
- Bihêzkirina tiştên ku heye bifirin û lixwekirina maskeyan li deverên toz li wan heye.
Li ser erdê, Parastina Sivîl li 91 cihan bi hewara xelkê ve çûye, û bi rêya kişandina ava baranê ji malan, vekirina kanalên avê li 13 kampan, û paqijkirina herîyê ji ser rêyan, alîkarî kiriye.