Idlib-SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî du kesên sûcdar li parêzgeha Idlibê girtin. Sûcdaran bomeyek avêtibû hundirê maleke li gundê Mirtînê yê li gundewarê parêzgehê û di encamê de du zarokan canê xwe ji dest dabû û zarokekî din û dayika wan birîndar bûbûn.
Îro Înê, Hêzên Ewlehîya Navxweyî ragihand ku kêmtirî 24 saetan ji pêkhatina rûdanê, kesên têkildarî tawanê hatin girtin. Wezaretê da zanîn ku lêkolîn berdewam in da ku sedem û hûrgiliyên wê bûyerê bên nasîn.