Gundewarê Şamê-SANA
Wezareta KarûbarênCivakî û Kar bi hevkarîya ligel Rêxistina UNICEFê, bernameya parastina civakî ya tekûz (Cash+) ku alîkarîyên darayî ligel xizmetên curbicur bi rêya wê têne pêşkêşkirin, li devera Kiswê ya li gundewarê Şamê bi beşdarîya komek ji şirîkên xwecihî da destpêkirin.
Beşên civakê yên ku ev bername dikeve xizmeta wan û deverên cografî yên li xwe digre
Bername di sala 2026an de malbatên herî hejar ên ku zarokên wan di navbera 0 û 17 salî de ne, û derdê zehmetîyên aborî, kêmbûna ewlehîya xwarinê û metirsîyên tenduristîyê dikşînin, li xwe digire. Her wiha hewl dide ku 41,785 malbatan (208,928 kesên ku 94,825 zarok di nav wan de hene) li 11 parêzgehan li xwe bigre, û parêzgehên ku dê sûdê ji vê bernameyê bibînin ev in: Heleb, Idlib, Hesekê, Reqa, Hema, Dêrezor, Laziqîye, Gundewarê Şamê, Siwêda, Der’a û Quneytire.

Mekanîzmaya Kar û Armanc
Rêveberîyên KarûbarênCivakî û Kar, erkên tomarkirin û piştrasbûna ku rewş li gorî pîverên pejirandî ne ligel misogerkirina nehînîbûna agahîyan digirin ser milê xwe, di heman demê de alîkarîyên darayî bi rêya pêşkêşkerên xizmetên darayî bi awayekî ewle û bi rengê ku rûmeta wan biparêze tên belavkirin. Armancên bernameyê ev in:
- Alîkirina malbatan da karibin hewcedarîyên xwe yên bingehîn û lezgîn dabîn bikin.
- Çareserkirina bandorên feqîrîyê bêyî dana pereyên yekser, bi rêya girêdana malbatan bi xizmetên tenduristî, xwarin, perwerde û parastina zarokan ve.
- Xurtkirina şîyanên dezgehî û pêşxistina bingeheke daneyan a neteweyî ya yekbûyî.
Daxuyanîya Wezîra Karûbarên Civakî û Kar
Wezîra KarûbarênCivakî û Kar, Hind Qebewat, tekez kir ku ev bername rê li ber avakirina sîstemeke neteweyî ya berfireh ji bo şandina diravan vedike, û dîyar kir ku ji meha Şibata borî ve zêdetirî 20 hezar malbat di bingeha daneyan de hatine tomarkirin. Her wiha dîyar kir ku salên şer gelek malbat bê dahateke sabit hiştine, û ev yek bûye sedema ku zarok dûrî dibistanên xwe bikevin, nexweşîyên ji ber kêmxwarinîyê derkevin û zarok kar bikin, û tekez kir ku pêşîne ji bo wan malbatan e ku zarokên wan hene, da ku wan biparêzin û sûdê bigihînin paşeroja welat.
Pêvajoyeke Tekûz
Destpêkirina vê bernameyê berdewamîya xebatên berê ye; yên di meha Gulana borî de bi hevkarîya ligel rêxistinên navdewletî hatibûn destpêkirin. Wekî: “Stratejîya Neteweyî ya bo Geşepêdana Zarokên Biçûk (2026–2030)” ligel UNICEFê, û bernameya “Tenmû” ya bo parastina civakî ya ku giringîyê dide xwarinê, bi hevkarîya ligel Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP).