Şam-SANA
Sendîkaya Endazyarên Sûrîyê bi hevkarîya teknîkî ya bi BIMSyria.org re, wekî gaveke stratejîk ber bi veguherîna dîjîtal û birêkxistina bazara kar ve, “Platforma Şarezayên Endazyarîyê” da destpêkirin.
Serokê Sendîkayê endazyar Malik Hac Elî, dîyar kir ku armanca platformê avakirina pergaleke neteweyî ye ji bo birêvebirina daneyan, girêdana şarezayan bi hewcedarîyên avakirina welat re, û destnîşankirina valahîyên di warê şarezayîyan de da ku bernameyên rahênanê yên taybet pêş bixînin.
Ev proje di çarçoveya pêvajoyeke pêşxistina sendîkayê de tê, ku di heman demê de destpêkirina “Komîteya Endazyarên Jin ên Sûrî” jî li xwe girtiye, da ku rola jinê di geşepêdana giştî de xurt bike.