Wêne ji arşîvê ye
Heleb – SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî ragihand ku piştî girtina kesê tevlî tawana revandinê bûbû, keçika li bajarokê Qebtan El-Cebel ê gundewarê parêzgeha Helebê hatibû revandin, hat dîtin.
Îro Sêşemê, Hêzên Ewlehîya Navxweyî di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku keçik di rewşeke tenduristî ya baş de radestî malbata wê hatiye kirin; her wiha destnîşan kir ku operasyonên lêgerînê û bicihbûna berfireh a hêzên ewlehîyê li herêmê roleke sereke di dîtina wê de lîstiye.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî îro di demeke zûtir de dabû xuyakirin ku piştî lêkolîn û şopandineke hûr, tawanbarê bûyera revandina zarokê hatiye desteserkirin û ji bo dîyarkirina cihê keçikê lêpirsîn pê re hatiye kirin.