Reqa-SANA
Cotkarên gundewarê bakurê Reqayê pemboyê îsal berhev dikin. Di demekê de ku hîn nirxê fermî yê berhemê derneketiye û mekanîzmaya bazarkirin û wergirtina wî heta niha ne dîyar e. Ew dixwazin ku dîyarkirina nirxê kirînê li gor bilindbûna lêçûnên berhemanînê be.
Serokê Yekîtîya Cotkarên Reqayê Îsa El-Îsa îro Înê, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re eşkere kir ku lêçûnên berhemanîna pemboyî îsal bi awayekî berçav bilind bûne û da zanîn ku lêkolînek li ser lêçûnên berhemanînê hatiye kirin û encamên wê ji alîyên pêwendîdar ên karta çandinîyê re hatine şandin.
El-Îsa bal kişand ser wê yekê ku nirx heta niha nehatiye dîyarkirin û komîteyeke pispor mijarê dinirxîne, her wiha destnîşan kir ku pêwîst e nirxê tê payîn bi lêçûnên berhemanînê re li hev bike.