Şam-SANA
Sûrîyê bi tundî armancgirtina avahîyên hikûmetê û taxên niştecihbûnê li bajarê Helebê bi dronan şermezar kir.
Wezareta Derve û Koçberan îro di daxuyanîyekê de ragihand: “Sûrîye bi tundî armancgirtina avahîyên hikûmetê û taxên niştecihbûnê li bajarê Helebê bi dronan şermezar dike. Sûrîye vê gurkirina şer wekî êrîşeke terorîstî ya eşkere dibîne ku jîyana sivîlan dixe metirsîyê û hemû lihevkirinên ewlehîyê binpê dike. Ev yek tekez dike ku pêwîst e tedbîrên ‘bicîanîna qanûnê’ li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê pêk werin ji bo dewlet karibe desthilata xwe ya qanûnî li ser tevaya xaka Sûrîyê vegerîne.”
Wezareta Derve tekez kir ku ʺev kiryarên dijminane wê dewletê ji erka wê ya parastina welatîyan û paqijkirina herêman ji dîyardeyên çekdarî yên neyasayî dûr nexînin. Her weha emtevaya berpirsyarîya yasayî didin ser milê alîyên ku van dijminkarîyan cîbicî dikin, û tekez dikin ku em ê li gorî qanûna tawanan hemû kesên destên wan di van kiryarên li dijî dezgehên dewletê û sivîlan de hene ceza bikin.
Wezaretê wiha jî got:”Di vê çarçoveyê de, Komara Erebî ya Sûrî daxwazê ji civaka navneteweyî dike ku van operasyonên terorîstî şermezar bike û piştgirîya kar û bizavên dewleta Sûrîyê di xebatawê yali dijî terorê de ji bodabînkirina ewlehî û aramîyê bike.”