Şam-SANA
Pileyên germê li herêmên Bakur, Rojhilat, Cizîre û Badîyeyê derdora 2 heta 4 pileyan, û li herêmên din jî nêzî 1 heta 3 pileyan ji rêjeyên xwe ya asayî bilindtir dimînin.
Navenda Neteweyî ya Keşnasîyê, dîyar kir ku seqa îro Duşemê bi roj li herêmên Bakur, Rojhilat, Cizîre û Badîyeyê tozdar e û heta radeyekê germ e; li herêmên din jî havînî ye û heta radeyekê germ û di navbera sayî û nîvewrî de ye.
Bi şev hewa bi gelemperî xweş e û li bilindahîyên çîyayî ber bi sarbûnê ve diçe. Li herêmên rojava rêjeya şilîyê bilind dibe, û hişyarîya çêbûna mijê li hin beşên Herêma Navîn, deverên bilind ên peravê di saetên şevê û sibehê yên zûd de, tê dayîn.
Ba, li herêmên Peravê, Bakur, Cezîrê, Bakur û Rojava, rojavayî ber bi başûrrojavayî ve ye, lê li deverên din, bakurî rojavayî ye, leza ba jî di navbera sivik û navîn de ye. Piştî nîvro li herêmên navîn, başûr û beşek ji herêma bakurê rojava jî bayê bihêz ku leza wî zêdetirî 40 km/s ye, radibe, pêlên deryayê jî sivik in.
Pileyên germê yên herî nizm û herî bilind ên ku li parêzgehan têne pêşbînkirin:
| Parêzgeh | pileyên Germê (Nizm / Bilind) |
| Şam | 18/36 |
| Gundewarê Şamê-Qelemon | 16/30 |
| Quneytira | 17/31 |
| Der’a | 20/35 |
| Siwêda | 20/33 |
| Hims | 20/35 |
| Hema | 20/36 |
| Laziqîyê | 24/29 |
| Tertûs | 21/30 |
| Heleb | 20/36 |
| Idlib | 23/34 |
| Dêrezor | 22/39 |
| Reqa | 19/37 |
| Heseke | 24/38 |