Di nava 24 demjimêrên borî de li Sûrîyê ji ber bûyerên trafîkê û şewatên ku tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê ya ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve bersiva wan da, 2 kes mirin û 39 kes birîndar bûn.
Tîmên Parastina Sivîl bersiva 32 bûyerên trafîkê da; di encamê de du kes mirin û 37 kesên din birîndar bûn. Yên birîndar alîkarîyên seretayî ji wan re hatin pêşkêşkirin û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.
Her wiha, tîman 110 agirên ku li zevî, berhemên çandinîyê, mal, û dikanan derketibûn, vemirandin; di encama wan agiran de du kes birîndar bûn.
Parastina Sivîl dîsa hişyarî li ajokaran kir ku leza xwe kêm bikin, ji rewşa teknîkî ya erebeyê piştrast bibin, û dûrî tevgerên ku balê belav dikin bikevin.
Parastina Sivîl ji welatîyan xwest ku agir li herêmên daristanî û zevîyên çandinîyê pênexin, binikên cigareyan li kêleka rêyan neavêjin, her wiha dûrî şewitandina gîyayên hişk ên li dora xanîyan bikevin û bi awayên ewle wan rakin.




