Şam – SANA
Encumena Bilind a Îftayê li Sûrîyê, zekata fitrê ya sala 2026an ji bo her kesekî wekî 20 hezar lîre (çapa kevn) an jî 200 lîre (çapa nû) dîyar kir. Encumenê ragihand ku dayîna wê bi awayê drav jî destûrdar e.
Encumenê fidyeya rojîyê ya sala 2026an ji bo her rojekê wekî 15 hezar lîre (çapa kevn) an jî 150 lîre (çapa nû) destnîşan kir. Hêjayî gotinê ye ku ev Encumen di sala 2025an de bi biryareke serokatîyê bi serokatîya Şêx Usame El-Rifa’î ji bo birêkûpêkkirina karûbarên fetwayê hatiye avakirin.