Doha-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî li Dohaya paytext, ligel Serokê Encumena Wezîran û Wezîrê Derve yê dewleta Qeterê, Şêx Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim Al Sanî civîya.
Di dema hevdîtinê de rêyên xurtkirina têkilîyên dualî û pêşxistina wan di warên cihêreng de hatin gotûbêjkirin, her wiha her du alîyan pêşhateyên herî dawî nirxandin û tekezî li ser berdewamîya hevahengî û şêwirên di navbera her du welatan de kirin, bi awayekî ku di xurtkirina ewlehî de û aramîya li herêmê bibe alîkar.
