Şam – SANA
Wezareta Tenduristîyê ragihand ku ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an wergirtina daxwaznameyên beşdarîya di mufadeleya dibistanên perestarî û pîrikîyê yên ser bi wezaretê ve dest pê kiriye.
Îro Yekşemê, pêvajoya tomarkirinê ji 13ê Îlonê ve heta roja Pêncşemê 24ê heman mehê bi awayekî rasterast li avahîyên dibistanan û li rêveberîyên tenduristîyê yên li parêzgehan berdewam dike.
Li gorî daxuyanîya wezaretê ku li ser kanala xwe ya Telegramê belav kiriye, Rêveberê Pîşeyên Tenduristîyê li wezaretê Dureyid El-Rehmûn dîyar kir ku ev mufadele taybet e û ne girêdayî mufadeleya Wezareta Xwendina Bilind e; her wiha di pejirandina xwendekaran de xala herî bilind û xwesteka xwendekar bingeh tên girtin.
El-Rehmûn amaje bi wê yekê jî kir ku Dibistana Perestarîyê ya Reqayê careke din ji bo wergirtina xwendekarên wê parêzgehê hatiye çalakkirin, li kêleka vekirina polên xwendinê yên ser bi dibistanan ve li nexweşxane û deverên dûrî navendên bajaran.
Hêjayî gotinê ye ku perwerde di her du beşên perestarî û pîrikîyê de bo dema 3 salan dom dike; piştî derçûnê xwendekar wekî karmendekî jêhatî amade dibe ji bo karkirina li sazîyên tenduristîyê yên ser bi wezaretê ve.
Her wiha xwendekar bi karkirina di sazîyên wezaretê de piştî derçûnê tên pabendkirin.