Şam-SANA
Desteya Niştimanî ya Wendayan îro Şemîyê ragihand ku di çarçoveya erkê xwe yê yasayî û berpirsyarîya xwe ya niştimanî de ji bo eşkerekirina çarenivîsa wendayan li Sûrîyê, li ser bingeha rêkarên lêkolîn û raveyên piralî yên ku daneyên bi vê dozê re têkildar li hev anîne, û bi hevahengîya sazîyên niştimanî yên pêwendîdar, gihîştiye encamên bawerpêkirî ku bi asteke bilind ji piştrastbûna pîşeyî mirina zarokên Dr. Ranya El-Ebasî nîşan didin.
Desteyê di daxuyanîyekê de ku SANAyê kopîyek jê wergirt, dîyar kir ku berî her ragihandineke giştî, wan endamên malbatê bi van encaman agahdar kirine, li gorî protokoleke mirovî û pîşeyî ku mafê malbatê yê zanînê wekî pêşgavîyeke hîmdar dibîne û rûmet û ewlehîya wan a derûnî diparêze.
Desteyê piştrast kir ku encamên hatine bidestxistin li ser bingeha komek vekolîn û daneyên ku li gorî rênimayên pîşeyî hatine nirxandin derketine holê û bal kişand ser wê yekê ku hewldanên ji bo dîtina bermayîyên terman û dîyarkirina cihên wan di nav xebatên ku Deste bi hevahengîya alîyên têkildar dişopîne berdewam in.
Her wiha Desteyê da zanîn ku ew dê tu dîmen an agahîyên ku rûmeta zarokan binpê bikin an destdirêjîyê li taybetmendîya malbatê bikin belav nekin, ji ber hestyarîya mirovî ya vê dozê û girêdana wê bi zarokên ku ev çend sal in wenda ne.
Desteyê bang li dezgehên ragihandinê û raya giştî kir ku bi berpirsyarîyeke mezin û rêzeke mirovî serederîyê ligel vê dozê bikin û ji weşandina agahîyên nepêbawer ên ku zirarê didin rûmeta qurbanîyan dûr bikevin.
Di dawîyê de, Desteya Niştimanî ya Wendayan pabendîya xwe dûpat kir ku ji bo eşkerekirina çarenivîsa hemû wendayan li Sûrîyê bi rêbazeke pîşeyî, mirovî û yasayî ya ku rûmeta qurbanîyan û mafê malbatan di ser her tiştî re digire, berdewam bibe.

