Laziqîye-SANA
Tîmên rakirina bermahîyên şer û paqijkirina mînan li Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Laziqîyê, duh Pêncşemê, cebilxaneyên neteqîyayî yên ji bermahîyên şer ku li ser rêya Şati’ El-Ezreq li parêzgehê hatibûn dîtin, ji nav birin.
Rêveberê rêveberîyê Ebdilkafî Keyal di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku tîmên pispor destwerdan li cebilxaneyan kir û ew pûç kirin, di çarçoveya hewldanên berdewam ên kêmkirina metirsîyên bermahîyên şer, parastina canê sivîlan û bihêzkirina silametîya giştî de.
Keyal tekezî li ser girîngîya berdewamîya karên pişkinîn, vedîtin û rakirina bermahîyên şer kir, xasme li wan deverên ku tevgera sivîlan lê heye yan zevîyên çandinîyê li xwe digirin, bi awayekî ku derfetê dide cotkaran ku zevîyên xwe bi ewlehî bi kar bînin.
Hîn jî mîn û cebilxaneyên neteqîyayî yên ku rejîma berê li pey xwe hiştine, ji ber metirsîya ku li ser jîyana sivîlan çêdikin, yek ji kêşeyên herî berbiçav e ku li Sûrîyê rûbirûyî hejmarek deveran dibe, di heman demê de alîyên pêwendîdar hewlên xwe ji bo rakirina van mîn û cebilxaneyên neteqîyayî didomînin


