Şam – SANA
Polîsên Trafîkê yên Gundewarê Şamê, planeke cureyî ji bo birêkxistina tevgera serlêderan û trafîkê di rojên Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê di gera wê ya 63yan de amade kiriye. Erka şaxê trafîkê, hêsankirina tevgera wesayîtan, rêkûpêkirina rêya derbasbûn û rawestandina otomobîlan di hundirê parkgehên Bajarê Pêşangehan de, li xwe digire.
Serokê Beşê Operasyonan li Şaxê Trafîka Gundewarê Şamê, Yasir Mihemed Xelîl, di daxuyanîyekê de ji “SANA”yê re, dîyar kir ku plana pejirandî ji Girêka Pêncemîn (Rêya Balafirgehê) li ser sînorê bajêr ligel gundewar, heta Bajarê Pêşangehan (çûn û hatin) berdewam dike, û ev yek bi hevrêzîya ligel beşên din ên Fermandarîya Hêzên Ewlehîya Navxweyî li Gundewarê Şamê tê kirin.
Xelîl bal bir ser wê yekê ku kar ne tenê bi rêkxistina wesayîtan ve sînordar e, lê belê em pêşwazîya serlêderan û bixêrhatina wan jî dikin. Her wiha tekez kir ku hejmara karmendên beşdar gihîştiye 183 kesan, ku li ser wesayîtên polîsan, motosîklet û endamên peyade hatine dabeşkirin, da ku rehetîya welatîyan dabîn bikin û xizmeteke cîyawaz di çarçoveya pêşîneyên Wezareta Navxweyî de bo serlêderan pêşkêş bikin.
Xelîl got ku plana vê salê serkeftî bû, bi taybetî piştî ku rêyeke dîyarkirî ji bo otobusên veguhestina serlêderan ji taxa Qesa’ û Beramkê ber bi Bajarê Pêşangehan ve hate destnîşankirin.