Şam – SANA
Pileya germahîyê hêdî hêdî bilind bibe û bi qasî 2-4 pileya ji rêjeya xwe ya asayî zêdetir bibe.
Navenda Neteweyî ya Keşnasîyê dîyar kir ku keşûhewa roja Çarşemê di nava rojê de havîneke asayî ye, hindekî ber bi germê ve diçe, bi giştî di navbera sayî û nîvewrî de ye, û li herêmên Rojhilat û Cizîrê tozdar e. Lê bi şevê, bi giştî xweş e, ligel rêjeyeke şilîyê ya bilind li herêmên Rojava, û hişyarî ji çêbûna mijê li hindek şûnan ji herêma Başûr, Navîn, û herêmên çîyayî yên peravê tê dayîn.
Tevgera ba li herêma Rojhilat û Badîye dê ji rojava ber bi bakurê rojavayî de be, û li deverên mayî jî ji rojava ber bi başûrê rojavayî de be, xurtbûna wî dê di navbera sivik û navîn de be. Leza ba danê piştî nîvro û êvarê carinan zêde dibe û ji 40 km/saetê derbas dibe, bi taybet li herêma Navîn û hindek şûnan ji herêma Başûrê Rojava û bilindbûna pêlên deryayê dê sivik be.
Pileyên germahîyê yên herî kêm û zêde li parêzgehên Sûrîyê:
| Şam | 19/35 |
| Gundewarê Şamê – Qelemûn | 17/31 |
| Quneytira | 18/30 |
| Dera | 20/35 |
| Siwêda | 19/33 |
| Hims | 22/34 |
| Hema | 22/36 |
| Laziqîyê | 25/31 |
| Tertûs | 24/30 |
| Heleb | 23/36 |
| Îdlib | 24/35 |
| Dêrezor | 27/39 |
| Reqa | 25/38 |
| Hesekê | 26/38 |