Şam-SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn operasyoneke ewlehîyê ya taybet û hûrbîn pêk anîn û tê de kesê bi navê Yûsif Ehmed Xalid ku bi tometa pêkanîna tawanên şer tê xwestin, girtin.
Wezareta Hundir îro Duşemê ragihand: “Tomarên lêpirsînê eşkere kirin ku kesê hatiye girtin tev li operasyonên leşkerî ligel rejîma berê li dijî deverên serhildêr bûye, û destê wî di şewitandina malên koçberan de heye. Her wiha di dîmenên vîdyoyî de li kêleka termên şehîdan di dema şerên rizgarkirinê de hatiye dîtin.”
Wezaretê destnîşan kir ku kesê hatiye girtin ji bo dadwerîya peywendîdar hat şandin.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam ên Wezareta Hundir de tê ji bo şopandina kesên ku destê wan di tawan û binpêkirinên li dijî Sûrîyan di serdema rejîma berê de heye, û radestkirina wan ji bo dadgehê da ku rêkarên yasayî yên pêwîst li dijî wan bên wergirtin.