Şam-SANA
Hevjîna Serok Ehmed El-Şeri’, Xanim Latîfe El-Durûbî, duh Yekşemê serdana Pêşangeha Navdewletî ya Şamê li Bajarê Pêşangehan li Şamê kir. Xanim El-Durûbî, di gera xwe de li çend beşên pêşangehê zanyarî li ser hejmarek alîyên beşdar û çalakîyên ku pêşangeh wan vedihewîne wergirtin.
Xanim El-Durûbî li Pêşangeha Niştimanî ya Afrandina Alavên Nû li Beşê Wezareta Aborî û Pîşesazîyê rawestîya; li wir agahî li ser hin nimûneyên amûrên afirandî wergirtin. Her wiha serdana her du beşên Wezareta Ewqafê û Destkarîyê kir, û ji berhem û hilberînên ku ew pêşkêş dikin haydar bû.
Xanim El-Durûbî tekezî li ser giringîya Pêşangeha Navdewletî ya Şamê kir; wekî qadekê ji bo nîşandana behre û karînên Sûrîyan, xurtkirina amadebûna Sûrîyê û vekirîbûna wê li ser cîhanê, û peydakirina asoyên berfirehtir ji bo hevkarî, şirîkatîya aborî û veberhênanê.
Çalakîyên gera 63yem a Pêşangeha Navdewletî ya Şamê heta 4ê Îlona bê berdewam dikin, bi beşdarbûna nêzîkî hezar sazîyên ku nûnertîya nêzîkî 60 welatî dikin. Li pêşangehê, kompanîyên herêmî, Erebî û navdewletî, wezaret, deste, sazîyên giştî, odeyên bazarganîyê, encumenên karsazîyê, sazîyên veberhênanê û xizmetguzarîyê hene.
Pêşangeh ji roja Şemîyê ve bûye cihê guhdaneke mezin a serlêderan û hejmarek mezin ji gel berê xwe didiyê, di demekê de ku bernameyeke dewlemend a çalakîyên cihêreng heye ku rûyê wê yê aborî, bazarganî û çandî nîşan didin.





