Heleb-SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî li bajarê Helebê, îro Pêncşemê, ew kesê ku jina xwe û du zarokên wê li gundê El-Zehra yê li bakurê gundewarê parêzgehê kuştibûn, girt.
Rêveberîya Ragihandinê ya Helebê, dîyar kir ku hêzên Ewlehîya Navxweyî bersiv da wê bûyera ku li gundê El-Zehra yê li bakurê gundewarê Helebê rû daye; kesekî jina xwe û du zarokên wê kuştine, di demekê de ku wî kesî hewl dida xwe bi rêya teqandina bombeyeke destan bikuje, zilam nemiriye lê bi giranî birîndar bûye.
Rêveberîyê zelal kir ku Hêzên Ewlehîyê yekser ew kes girt û dest bi lêpirsînên destpêkê pê re kirin da ku sedemên vê tawanê nas bikin û li gorî qanûnê wî radestî alîyên pêwendîdar bikin.