Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê, ji ber gihîştina agahdarîyan derbarê zêdebûna ava çemê Firatê ku ji alîyê Tirkîyê ve tê da ku zirar werin kêmkirin, bersivdaneke teknîkî û meydanî ya berfireh şopand ji bo parastina welatîyan û sazîyên jînwerî û misogerkirina berdewamîya ava vexwarinê.
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê di daxuyanîyeke çapemenîyê de ku kopîyek jê îro Şemîyê gihîşt SANAyê, zelal kir ku rojên borî şahidîya bilindbûneke awarte di rûbera avê de kirine ku lûtkeya wê gihîştiye 1800 m3 di her çirkeyekê de, ku ev yek bû sedema bilindkirina asta amadebaşîya alîyên peywendîdar mîna Sazîya Giştî ya Bendava Firatê, Desteya Giştî ya Çavkanîyên Avê, û sazî û rêveberîyên av û kanalîzasyonê li parêzgehan.
Ev rêkar çalakkirina odeyên şopandina meydanî û teknîkî bi şev û roj li xwe digirin ji bo çavdêrîkirina asta çêm û tevgera pêlan, û şopandina rewşa bendav û îstgehên ava vexwarinê. Ev yek jî bi hevahengîya ligel alîyên hikûmî û agahdarkirina alîyê Iraqî ji guherînên di herikîna avê de rû didin, pêk hat.
Wezareta Enerjîyê rêkarên xweparastinê ji bo parastina îstgehên avê li Reqa û Dêrezorê ji ber bilindbûna asta Firatê girtin ber xwe, û Wezîr Mihemed El-Beşîr karên nûjenkirinê bi awayekî meydanî şopandin, û piştî kêmkirina ava ku ji bendava Firatê tê bo 1400 m3 di her çirkeyekê de, asta avê hêdî hêdî dest bi daketinê kir.