Şam-SANA
Di geşedaneke ku werçerxana di rêça têkilîyên Sûrî-Amerîkî de nîşan dide, û asoyên nû li pêşîya hevkarîya navneteweyî û jinûveavakirinê vedike, Serokê Amerîkayê Donald Trump destpêkirina rêkarên qanûnî ji bo rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya dewletên piştevanên terorê ragihand.
Vebûna sîyasî û aborî
Nivîskara sîyasî û rojnamevana Sûrî Alya Mensûr ji bo SANAyê tekez kir ku rakirina Sûrîyê ji lîsteyê werçerxaneke sîyasî ya girîng e di rêça vegerandina hebûna dewleta Sûrîyê ya herêmî û navneteweyî de, û nîşana destpêkirina qonaxeke nû ya vebûn û hevkarîya ligel civaka navneteweyî ye.
Navborî destnîşan kir ku nabe mirov li derveyî wan gavên ku dewleta Sûrîyê di qonaxa borî de avêtine li vê biryarê binêre, çi di warê jinûveavakirina sazîyan de, çi jî di warê tevlîbûna erênî ya ligel civaka navneteweyî, yan jî xurtkirina hevkarîyê di dosyayên xwedî berjewendîya hevbeş de, her weha dîyar jî kir ku ev yek di çespandina bawerîya bi Sûrîyê wekî hevalbendekî berpirsyar beşdar bûye.
Piştgirîkirina rêça dadwerîya veguhêz
Parêzer û lêkolînerê hiqûqî di dozên dadwerîya veguhêz de, Eymen Ebû Haşim tekez kir ku ev biryar qonaxeke qanûnî ya girîng e ku bandorên wê ne tenê li ser alîyên aborî û sîyasî rû didin, lê belê digihîje heta bi piştgirîkirina jîngeha qanûnî û sazûmanî ya pêwîst ji bo serkeftina rêça dadwerîya veguhêz; ji ber ku ev rêç bi hewceyî hevkarîyeke navneteweyî ya berfireh û piştgirîyeke teknîkî û sazûmanî ye ku di xurtkirina serwerîya qanûnê û jinûveavakirina bawerîya bi sazîyên giştî de beşdar bibe.