Şam-SANA
Wezareta Dadê ji dadgerên şerîetê li parêzgehan xwest ku li hîva meha Şewalê bigerin, şahidîyan werbigirin û bi Komîteya Niştimanî ya Çavdêrîya Hîvan (Hîlal) re ya sala 1447an (Koçî) hevahengîyê bikin; ev yek dê piştî rojavabûna roja Pêncşemê, 29ê meha Remezanê be.
Li ser bingeha nivîsara Komîteya Niştimanî ya Çavdêrîya Hîvan û bi helkefta nêzîkbûna meha Şewalê, Wezareta Dadê êvara duh Duşemê giştînameyek derxist. Di giştînameyê de ji parêzerên giştî li hemû parêzgehan hat xwestin ku dadgerên şerîetê yên li herêmên xwe agahdar bikin da ku piştî rojavabûna roja Pêncşemê, 29ê Remezana 1447an (Koçî) ya ku li gorî salnameya Zayînî dikeve 19ê Adara 2026an, li dadgehên şerîetê amade bin ji bo wergirtina şahidîyên dîtina hîva meha Şewalê.