Şam – SANA
Di lûtkeya tawanên hovane de ku rejîma hilweşîyayî li dijî gelê Sûrîyê encam dan, rêxistina Berevanîya Sivîl a Sûrîyê (ku wekî “Xûdeyên Spî” tê naskirin) mîna bersiveke niştimanî û mirovî ji bo valahîya xizmetguzarîyên lezgîn derket holê.
Di demekê de ku rola wê di rizgarkirina sivîlan û belgekirina binpêkirinan de berfireh dibû, bi salan rastî kampînên reşkirinê û propagandaya sîstematîk a rejîma hilweşîyayî hat.
Piştî rizgarkirina Sûrîyê, ev rêxistin veguherî stûneke bingehîn di nav Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan de.
Jidayîkbûna di bin bombebaranê de
Kokên Berevanîya Sivîl vedigerin sala 2013an; dema ku wekî destpêşxerîya xwebexş û herêmî ji bo bersivdayîna bombebaranên bêserûber û tawanên rejîma berê yên li dijî sivîlên bêparastin hat avakirin.
Amadebûna navdewletî ya geşbûyî
Rêxistina Berevanîya Sivîl di navbera salên 2014 û 2017an de, li qada navdewletî dîdevanîya amadebûneke geşbûyî kir; ku ev yek bi armanca belgekirina operasyonên rizgarkirinê û bersivdana civaka navdewletî bi çalakîyên wê yên mirovî re pêk hat.
Ligel vê yekê, beşdarîyên wê yên berdewam di forumên navdewletî de û bala medyaya cîhanî li ser karê tîmên wê, ev amadebûn hîn bêtir xurt kir.
Namzetîyên Nobelê
Sala 2016an, li ser bingeha daneyên meydanî yên rêxistinê, di warê zêdebûna amadebûna wê de li forumên navdewletî bû werçerxana herî darîçav.
Di wê salê de, rêxistinê çendîn xelatên giranbiha wergirtin; di nav de Xelata Nobelê ya Alternatîf (Right Livelihood Award), Xelata Azadîya Cîhanî ku ji hêla Encumena Atlantîkê ve hatibû dayîn û Medalyaya Wêrekîyê ya Almanî ku ji alîyê Dezgeha Agirkujîyê ya Almanyayê ve hatibû pêşkêşkirin.
Her wiha di heman salê de, Hindistanê jî “Xelata Dayika Tereza”yê da rêxistinê.
Armancgirtina medyayî ya sîstematîk
Ji ber rûmala medyayî ya berfireh a operasyonên rêxistinê yên ku qebareya binpêkirinên li dijî sivîlan belge dikirin, rejîma rûxîyayî serî li weşandina kampînên reşkirinê yên sîstematîk da ku armanca wan gumanxistina ser bawername û rastgoyîya rêxistinê bû.
Lê belê, gelek rêxistinên navdewletî yên wekî Rêxistina Efûyê ya Navdewletî û “Human Rights Watch”ê ev derew pûç kirin û vala derxistin.
Propagandaya xapînok
Piştî her êrîşeke kîmyewî yan berî wê, makîneya medyayî ya rejîma hilweşîyayî vegotinên xapînok belav dikirin; wan îdîa dikir ku Berevanîya Sivîl a Sûrîyê van êrîşan bi rengekî senaryo çêdike yan jî madeyên jehrî amade dike da ku operasyonên sexte pêk bîne û bi vî awayî tawanê bixe stuyê rejîma tawanbar.
Armancgirtina rasterast
Kampînên reşkirinê tenê di sînorê cîhana dîjîtal de neman, lê belê gihîştin asta armancgirtina meydanî ya xwebexşên Berevanîya Sivîl a Sûrîyê.
Bi taktîka ku wekî lêdanên dubare tê naskirin bi kar dianî; ku tê de di destpêkê de cihek dihat bombebarankirin û bi gihîştina tîmên rizgarkirinê re, heman cih careke din bi awayekî rasterast dihat armancgirtin.
Tomara rizgarkirinê ya dûdirêj
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Rewşên Awarte, ji roja avabûna xwe ve karîye jîyana 128 hezar sivîlan rizgar bike.
Her wisa di erdheja Sibata 2023an de, xebatên wan di gihandina alîkarîyê de bûn mînak ji bo cîhanê.
Veguherîna Dezgehî: Piştî sala 2025an
Di Hezîrana 2025an de, Berevanîya Sivîl a Sûrîyê bi rengekî fermî derbasî qonaxeke nû bû û di nav sîstema dewletê de, di bin sîwana Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan de cih girt.



