Şam-SANA
Wezareta Karên Giştî û Niştecîkirinê vekirina kursên perwerdehîya pîşeyî yên bêberamber di sektora avahîsazîyê de ji bo sala perwerdehîyê ya 2026an ragihand. Di van kursan de tibabek pere ji bo perwerdekaran li hejmarek parêzgehan tê dayîn.
Rêveberê Îdareya Perwerdehîya Pîşeyî li wezaretê û çavdêrê giştî yê navendên perwerdehîya pîşeyî ya sektora avahîsazîyê li parêzgehan, Samir Delal Başî, di daxuyanîyekê de ji nûçegihana SANAyê re dîyar kir ku navendên perwerdehîya pîşeyî wekî stûnên bingehîn ji bo amadekirina kadroyên teknîkî û piştgirîya bazara kar tên hesibandin.
Hêjayî gotinê ye ku qeydkirin ji roja 1ê Hezîrana 2026an dest pê dike û heta roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an berdewam dike. Kesên dixwazin beşdar bibin, divê serî li navendên perwerdehîya pîşeyî li parêzgehan bidin da ku ji nêzîk ve şertên qeydkirinê û pîşeyên berdest bibînin.