Dêrezor-SANA
Fermandarîya Hêzên Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Dêrazorê, duh Şemîyê operasyoneke ewlehîyê ya berfireh li dar xist.
Ev xebat di çarçoveya hewldanên çespandina aramîyê û rûbirûbûna dîyardeya çekên bêserûber de hat encamdan, ku tê de ew kesên li bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilat di şahîyan de gule berdidan, hatin armancgirtin.
Fermandarîya Ewlehîya Navxweyî bi rêya rûpela xwe ya fermî ya “Facebook”ê ragihand ku di encama kampînê de, hejmarek çekên şer hat desteserkirin; di nav de tivingên otomatîk, reşaşeyeke cureyê (PKC) û bi sedan fîşekên zindî hebûn.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî bang li welatîyan kir ku ji bo parastina canê mirovan û ji bo tirsê nexin dilê şênîyan, ji van reftarên neberpirsyar dûr bikevin.
Ev operasyon di çarçoveya xebatên Hêzên Ewlehîya Navxweyî de tê, da ku çekan bixin bin kontrolê û sînorekî ji dîyardeya guleberdana bêserûber re di şahîyan de deynin, bi armanca kêmkirina metirsîyên wan li ser jîyana xelkê.