Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê ragihand ku Sazîya Giştî ya Bendava Firatê dê dest bi zêdekirina tibaba avê bike; av bi rengekî hêdî hêdî û bi zanebûn ji Bendava Kedîranê tê berdan, da ku roja Yekşema bê ya ku 23yê Tebaxa îsal e bigihîje 900 metre sêca di çirkeyê de, û piştî du rojan bo 1000 metre sêca di çirkeyê de were bilindkirin.
Ev yek ji encama berdewamîya bilindbûna tibaba ava ku bi rêya Çemê Firatê ji alîyê Tirkîyê ve tê, pêk tê.
Wezaretê îro Înê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku berdana avê dê di asta 1000 metre sêca di çirkeyê de ji bo deh rojan berdewam bike, rewşa avê jî li gorî geşedanên ava hatî, asta golan û daneyên teknîkî û xebitandinê ji nû ve were nirxandin.
Wezaretê piştrast kir ku kadroyên teknîkî û endezyarî bi şev û roj çavdêrîya ava hatî û asta golan dikin, bi hevahengîya ligel Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan û odeyên rewşên awarte yên li her du parêzgehên Reqa û Dêrezorê.
Wezaretê bang li şênîyên her du parêzgehên Reqa û Dêrezorê kir; nexasim kesên ku li nêzîkî rûbara Çemê Firatê dijîn ku baldar û hişyar bin, ji rûbara çêm dûr bikevin û di dema zêdekirina berdana avê de, tê de avjenîyê nekin, çinku pêkan e ku bilindbûna asta avê û zêdebûna leza herikînê pê re pêk were, ji bo parastina selametîya giştî.