Tertûs-SANA
Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir du kesên ku bazirganî û belavkirina madeyên hişbir li parêzgeha Tertûsê dikirin girtin, piştî şopandineke hûr û çavdêrîya çalakîyên wan.
Rêveberîyê di daxuyanîyekê de îro Înê dîyar kir ku kemîneke serkeftî pêk anî û di encamê de her du kesên bi navên (K.H) û (N.M) hatin girtin û 56 hezar hebên keptagonê ku bi wan re bûn û ji bo belavkirinê amade kiribûn, hatin desteserkirin.
Her wiha dîyar kir ku madeyên hişbir hatin desteserkirin û rapora yasayî ya pêwîst derbarê girtîyan hat amadekirin.
Girtî radestî alîyên dadwerî yên peywendîdar hatin kirin ji bo temamkirina lêpirsînan û wergirtina tedbîrên yasayî yên pêwîst li dijî wan.




