Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêveberina Karesatan Raid El-Salih, tekez kir ku ew di wê bawerîyê de ye ku dadwerî di doza mirina xortê bi navê Mihemed Ximêre de dê pêk were. El-Salih piştrast kir ku reva ji sizayê di Sûrîya Nû de tuneye, û serwerîya yasa, parastina mafan û rûmeta mirovan bingehên avakirina dewletê ne, ew dewleta ku hêjayî qurbanî û daxwazên xelkên Sûrîyê ye.
Her wiha El-Salih sersaxî da malbat, xizm û hevkarên Ximêre, û ji Xwedayê Dilovan xwest ku wî bi rehma xwe ya fireh şad bike û sebr û semaxê bide malbat û hezkirên wî.
Komîteya wezarî ya ku ji bo lêpirsîna di doza mirina Ximêre de hatiye erkdarkirin, berê encamên lêkolînên xwe ragihandibûn, ku hatibû isbatkirin ku yek ji lêkolîneran sîleyek li stuyê wî xistiye, û lêkolîner Ehmed Cewad ji bo Dozgerîya Giştî li Laziqîyê hatiye şandin. Her wiha komîteyê Rêveberîya Dozan û Peyketinên Pîşeyî li Wezareta Navxweyî erkdar kir ku lêpirsîna pîşeyî ligel Neqîb Ehmed Şakir El-Mesrî û lêkolîner Omer Yûsif berfirehtir bike.