ȘAM-SANA
Pileyên germahîyê li piranîya herêman di bilindbûnê de berdewam in, û dibin zêdetirî rêjeyên xwe yên salane bi nêzîkî 1-3 pileyan.
Navenda Neteweyî ya Keşnasîyê dîyar kir ku keşûhewa di nava rojê de îro Pêncşemê li herêmên Rojhilat, Cizîr û Bakur, havînî û hinekî germ heta germeke tam e, li herêmên Peravê nîv-ewrî ye, û li herêmên din sayî ye. Lê keşûhewaya herêmên Rojhilat, Cizîr, Badîye û hin herêmên Bakur tozdar e.
Di danê şevê de, keşûhewa bi giştî hênik û xweş e û li herêmên çîyayî ber bi sarbûnê ve diçe, ligel rêjeya şilîyê ya bilind li herêmên Rojava, di heman demê de hişyarî di demjimêrên şevê û serê sibehê zû de ji çêbûna mijeke sivik li hinek beşên herêmên çîyayî yên peravê û herêma Navîn tê dan.
Tevgera ba li herêmên Başûr dê ji alîyê rojava ber bi başûrê rojava de be, û li herêmên din ji rojava ber bi bakurê rojava ve be. Xurtbûna wî dê di navbera sivik û orte de be ligel bahozine bihêz ku leza wan di demjimêrên piştî nîvro de 45 km/seatê de derbas dike, nexasim li herêma Navîn û Rojhilat, ku dibe sedema rabûna toz û tirabêlkan li hin herêmên Hundirîn. Bilindbûna pêlên deryayê dê sivik be.
Pleyên germahîyê yên herî kêm û zêde li parêzgehên Sûrîyê:
| Şam | 19/36 |
Gundewarê Şamê – Qelemûn | 17/32 |
Quneytira | 19/33 |
Der`a | 19/36 |
| Siwêda | 19/36 |
| Hims | 21/36 |
| Hema | 23/38 |
| Laziqîyê | 25/32 |
| Tertûs | 23/31 |
| Heleb | 25/38 |
| Îdlib | 24/37 |
| Dêrezor | 27/41 |
| Reqa | 25/40 |
| Hesekê | 26/40 |